Silêmanî- 101 kesên din bi Koronayê ketine

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehand, îro roja yekşemê 31.05.2020an zêdetirîn jimara berketîyên bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan - Ev jî deqa ragehandina wezareta Tenduristîyê ye:

Zêdetirîn jimara berketîyan  bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.

Li berdewamîya pişkinînan û gerîyan li dû gumanlêkirîyan, 101 berketîyên din bi vîrua Koronaya Nû COVID- 19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin ku jin, zarok, keç û kur in ji hemû temenan. 6 ji wan berketîyên berê ne û 2 berketî jî,  berê geşt kirine û 90 kes jî nîşanên nexweşîyê hebûne û encamên pişkinînên wan erênî derketîye.

 51 ji wan şênîyên Pênciwîn in

 

42 şênîyên Silêmanîyê ne.

 

3 şênîymn Warmawê ne

 

1 Kelar

 

1 Kifrî

 

1 Xaneqîn

 

1 parêzgeha Helebceyê ye

 

1 jî rûniştvanê bajarê Bexdaye.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî