'Silêman Şah jî dikeve pêşbirka hilbijartinê'

Nivîskarê Yenîçagê Ahmet Takan îdia kir ku Tirkiyê wê di nav meha Adarê de operasyonek li Minbicê pêk bîne û bo ranta hilbijartinê, Tirba Silêman Şahî jî veguhêzin cihê xwe yê kevin.

Ahmet Takan, di nivîsara xwe de îdayek kir ku xwe dispêre kulîsa Enqerê.

Takanî got, dawiya Sibat an herî dereng di nav meha Adarê de, Tirkiyê ji Tel Rifatê, operasyoneke wek 'operasyona Minbicê xuyakirî' pêk bîne û bo ranta hilbijartinê, Tirbeya Silêman Şahê ku 'şevekê jinişkave hatibû barkirin' wê veguhêzin cihê xwe yê kevin, ji bo vê yekê bi welatên têkildar re jî li hev kirine.

Takanî got çavkaniyên wî yên li Enqerê, li ser operasyona Rojhilata Firatê ku Tirkiyê dixwaze bike jî gotine, Amerîka, bo avakirina NATOya Ereban, Tirkiye diewiqîne.

Takanî li ser vê agahiyê, agahiyên ji çavkaniyên herêmî ji wergirtî dipeyitîne û dibêje, hêzên Pêşmergeyên Roj ên ku dora 8 hezar kes in û girêdayî Barzanî ne, erka wan diqede û ew ê van pêşmergeyan derbasî Rojhilata Firatê bikin û wisa pê de çû: "Çavkaniyên min ên ewle bale dikêşin ser taktîkên ewiqandinê yên Amerîkayê. Çima? Bo NATOya Ereban ku Amerîka dixwaze li herêmê bicih bike. Çavkaniya min dibêje, Tirkiye tê ewiqandin, Amerîka wext peyda dike. Amerîka, Tirkiyê nîşanî PKKê bide û li ser NATOya Ereban qanî bike. Lê Tirkiyê jî vê planê hilweşîne.

Takanî herwiha da zanîn, têkilî û danûstandina Tirkiyê digel peywirdarên hikûmeta Sûriyê jî xurttir bûye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin