Siidk Bozarslan
Şêx Abdusselam Barzanî II. Ehmedê Xanî yê 122 sal berê ye!
Şêx Abdusselam Barzanî II. Mîmarê Mala Kurdî ya Modern e!
Çend gotin bo Dîroka Eşîr û Şêxên Barzan
Navê Eşîra Barzan, ji navenda Gundê Barzan hatîye. Mesûd, wek bapîrê eşîrê hatîye naskirin û ew li nêzîkê Barzan li gundê Hewînkayê cîwar bûye û li wir bi keçeka wî gundî ra zewicîye. Ji wê zewacê kurekî wan çêdibe û navê wî Saîd datînin. Piştî wefata Mesûd, serekatîya eşîrê Saîd digire ser xwe. Piştî wî jî nebîyê wî Şêx Taceddîn, karê rêvebirîyê dimeşîne. Şêx Taceddîn, alimekî Wehabî bûye û li derdora wî gelek murîd çêbûne. Di wê encamê da ew Tekya Barzan ava dike. Şêx Taceddîn, heta dawîya emrê xwe Şêxîtîya Tekyayê dimeşîne. Paşê jî kurê wî Şêx Abdurrahman û piştî wî jî kurê Şêx Abdurrahman, Şêx Abdullah Şêxîtîya Tekyayê dimeşînin. Balkêş e ku Şêx Abdullah, bawerîyê bi Zuhdê tîne ku li gora wê bawerîyê, zêde guh nadin malên dinyayê û ew bi vê helwesta xwe navdar dibe. Loma Şêx Abdullah, kurê xwe Şêx Abdusselam dişîne ber Şêxê Mezin, Şêx Seyîd Tahayê Nehrî da ku îlmê hîn bibe.
Şêx Abdusselam, piştî mirina bavê xwe, rêvebirîya Tekya Barzan digire ser xwe. Di demeke kurt da murîdên wî zêdetir dibin û ew li Barzan, Medresa Barzan ava dike da ku li wir şagirtên kurd îlmê bixwînin. Di demeke kurt da ev medrese dibe navdar û loma qefle bi qefle xwendekar diçin wê medreseyê. Mewlana Xalid Neqşîbendî (Tarîqeta Nakşîbendî ji alîyê Muhammed Bahauddin Nakşîbendî (1318-1389) ve hatîye avakirin.) Ev nav ji gotina ”yê neqiş dike” ya farisî ya ”Nakşîbend” hatîye û di maneya xweşikkirina ruh da tê xebitandin û felsefa xweşbînî û hezkirinê ji xwe ra wek bingeh girtîye.. Mewlana Xalid, li bajarê Şehrîzor hatîye dinyayê û kurdekî navdar e. Ji ber ku ew gelek caran li Baxda jî maye, jê ra Mewlana Xalidê Baxdadî jî hatîye gotin.
Li gora haydarîyên Kurdologê Hollandî Martin van Bruinessen (1946-….) ku bi Teza Doktoraya xwe ”Kürdistan´da Ağalık, Şeyhlik ve Devlet” tê naskirin ku ew wek kitêb di 1978an da çap bûye. Bruinessen dide xuyakirin ku Mewlana Xalid, ji Başurê Kurdistanê heta Endonezyayê baskên tarîqeta xwe belav kirîye, hunandinên mayînde çêkirîye; lê digel ku wî îcazet daye derdora 60 mirûdên xwe jî, piştî mirina xwe, yek ji wan mirûdan jî nikaribûye li gora prensîbên Xalidî tarîqetê bide meşandin û wd. (2) Mewlana Xalid, di zîyaretên xwe yên jibo Tekyan da, Tekya Barzan jî zîyaret dike û îcazeta (destûr-diploma) Xelîfetîyê dide Şêx Abdusselam û ew digel hev zîyareta Seyîd Tahayê Nehrî dikin û Seyîd Taha jî wek Xelîfeyê Mewlana Xalid tê qebûlkirin. Abdusselam, sê sal berîya wefata xwe (1872) di derbarê Sistema Huquqa Îslamî da kitêbek nivîsîye.
Dema Şêx Abdusselam wefat dike (1872), kurê wî Şêx Mihemed, rêvebirîya Şêxîtîyê li Herêma Barzan digire ser xwe û dimeşîne. Balkêş e ku ew jî girêdayê Felsefeya Zuhdê bûye û bi wê bawerîya xwe li herêmê dibe navdarekî mezin ku li ber bavê xwe perwerde bûbû. Di dema wî da Tekya Barzan, adeta dibe cîyê Sitargeha Mezlumên ku ji bindestîya eşîrên hawirdorê revîyane û xwe avêtine bextê wê sitargehê. Ji wê rewşê, serekên eşîrên derdorê gelek aciz dibin û di encamê da Şêx Mihemed Barzanî li ber Hukmê Osmaîyan gilî dikin. Ev gilînameya eşîran dibe sedem ku Şêx Mihemed bo bajarê Bidlîsê were surgûnkirin. Şêx Mihemed li Bidlîsê qasî salek dimîne û paşê dizivire Barzan. Lê piştî vegerê ew zêde najî û di 1903yan da diçe ser dilovanîya xwe û bi vî awayî kurê wî yê mezin Şêx Abdusselam II. şêxîtîya Tekya Barzan digire ser milên xwe. Çar birayên Şêx Abdusselam II. ên biçûk jî hebûne: Şêx Ahmed (1896-1969), Mihemmed Siddîq, Babo û Mela Mistefa (1903-1979).
Di esasê xwe da civata Barzanîyan, ji eşîretîyê zêdetir bi hevîrtirşê tarîqetîyê hatîye ecilandin. Piranîya wan gundîyên ku ji eşîrên xwe revîyane û hatine xwe avêtine Bextê Tekya Barzan û ji xwe ra wê kirine wek sitargeh. Bi gotineka dî Şêxên Barzan, ji wan gundîyên xizan û bindestan ra bûbû sitargeh. Reformên Şêx Abdusselam jî adeta wê civatê ji nûve afirandîye, vejandîye. Loma ew civat, li ser hestên erd û manewîyatê, bawerîya xwe bi wan reformên ku me li jêr raxistîye pêşîya we xwendoxên xoşevîst, anîye û di wê çarçoveyê da li dijî dagirkerên kolonyalistên osmanîyan jî beşdarîyê şerê man û nemanê kirine. Ew civat bi saya serê dûrbînîya Şêx Abdusselam û kirinên wî, xwîna xwe rijandine, bûne gorbihişt û cangorîyên welat û pê bawerî anîne ku ”Dara azadîyê bi ked û xwînê hatîye avdan!”
Berîya ku em werin ser mijara desthilatdarîya Şêx Abdusselam II, binê nuqteyek divê mirov bi xeteke sor çixêz bike: Li gora haydarîyên Mesûd Barzanî, berîya rêvebirîya Abdusselam II. Barzanî, hemî eşîrên Barzanîyan digel Tekya Barzan di nav têkilîyan da nebûne. Xala balkêş ew e ku bi rêvebirîya Abdusselam II. ra hemî hawirdorên Eşîra Barzan ango hemî baskên Barzanîyan, bi yekdengî îlan kirine ku ew girêdayê Şêx Abdusselam Barzanî ne û soz dane ku ew dê her tim piştgirîya wî û reformên wî bikin. Eşîrên bi navên Şîrvanî, Dolamerî, Mizorî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecî; hemî bi carek tifaqek çêkirine ku digel Şêx Abdusselam Barzanî û reformên wî bin. Ji wê roja ku van heşt eşîran biryar dane û virve, navê Barzan bûye temsîla van hemî eşîran û ev jî bûye çîmentoya Bizava (hereket) Abdusselam II. Lê li vir divê bi tîpên mezin were nivîsîn ku xalê Abdusselam Barzanî, Ahmed Axayê Birsîyavî digel eşîra xwe adeta bûne parêzvanên pêkanîna reformên Abdusselam. Hêza herî mezin jibo Abdusselam ku wan reforman (li xwarê min behsa wan kirîye) têxe nava jîyana cîvatê û piştê şehîdbûna Abdusselam ew digel çekdarên xwe tên li nik Barzanîyan cîwar dibin, bi ya min ev cîyê teqdîrkirinê ye. (3)
Lê jibo ku mirov bikaribe baştir hewildanên Abdusslem II fam bike û qîmeta wan raxîne pêşîya civata kurd, pêwist e em piçek li nav baxçeyê kurdan û osmanîyan û sefewîyan bigerin, behsa hin bûyeran bikin ku di dîroka me da ew bûne wek mîlad û adeta qîblegeha civatê guhartine. Sedemê esasî jibo min ku van rêzenivîsan radixim pêşîya we xoşevîstan ev e: Baxçeyeke me kurdan heye ku ji 500 hezar kilometre çarkoşe meztir e, di nava vî baxçeyî da gelek tişt qewimîne û di encamên van qewimandinan da adeta civata me serubino bûye û bûye du perçe. Perçeyek, hatîye kedîkirin; lê perçeyek jî jibo serxwebûnê di nava têkoşînê da bûye û ez jî di nav vî baxçeyî da eşêf û paleyîyê dikim û hin ji wan heyîyan pêşkêşî we hêjayan dikim. Loma min navê vê xebata xwe ”Baxçê Kedîkirin û Serxwebûna Kurdan” danîye. Piştî vê haydarîyê, îcar em piçek li nava baxçeyê xwe bigerin. Fermo!..