Şêwirmendekî Serokwezîrê Îraqê ragihand ku xeta boriya petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo Bendera Ceyhanê ji bo "cihêrengkirina deriyên hinartinê" girîng e lê cihê Tengava Hurmizê.
Şêwirmendê Aborî û Darayiyê yê Serokwezîrê Îraqê Mezher Mihemed Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Mezher Mihemed Salih li ser boriya petrolê ya Kurdistanê got:
"Ew xet rêyeke girîng û temamker e lê di salên borî de rû bi rûyî gelek astengiyên teknîkî bûye.
Lewma piştgirêdana temam a bi wê xetê wekî tenê alternatîfa rêya deryayî ya Kendavê karekî zehmet e."
"Ji sedî 90ê petrola Îraqê diçe Asyayê"
Li gorî gotina Mezher Mihemed Salih, Tengava Hurmizê ji bo Îraqê rêyeke stratejîk a bêrikaber e.
Salih amaje bi wê yekê da ku nêzîkî ji sedî 90ê hinardeya rojane ya petrola welêt diçe bazarên Asyayê û anî zimên ku di rewşa asayî de Îraq rojane nêzîkî 3,4 milyon bermîl petrol bi rêya benderên Kendavê hinarde dike.
Ji bo karkirina xeta boriyê ya Kurdistanê peyman
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Dr. Sahib Bezûn ji Rûdawê re ragihand ku ji bo destpêkirina hinartina petrola Kerkûkê di rêya Herêma Kurdistanê re bo Tirkiyeyê peyman hatiye kirin.
Dr. Sahib Bezûn her wiha got, "Di çend rojên pêş me de dê komîteyeke hevpar a Hewlêr û Bexdayê bi awayekî meydanî serdana boriyan bike da ku aliyê teknîkî bişopîne."
Li gorî plana nû, biryar e ew xet bi kapasîteya xwe ya herî zêde ku rojane 600 hezar bermîl e, bê karkirin.
Berdevkê Wezareta Petrolê eşkere kir ku plana wan heye ew petrolê ji bo Sûriyeyê jî hinarde bikin û ew ji bo karkirina xeta Îraq-Erebistana Siûdiyê jî dixebitin.
Mercên Hewlêrê hene
Berpirsekî payebilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Hewlêr amade ye asankariyan bike lê "bi wî mercî ku Bexda dawî li dorpêça dolarî ya li ser Herêma Kurdistanê bîne û garantiya ewlehiyê ji bo şirketên petrolê dabîn bike."
Di heman demê de berpirsekî din ê ji Hewlêrê ji Ajansa Reutersê re ragihandiye:
"Heta ku Bexda bi lez dolarên pêwîst ji bo Herêma Kurdistanê dabîn neke, dê ti dilopeke petrolê di boriyê re derbas nebe."
Ev hewldanên Bexdayê di demekê de ne ku ji ber şerê sala 2026an û girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve, hinardeya petrola başûrê Îraqê ji kar ketiye.
Asta berhemanîna petrolê li başûrê Îraqê ji 4,3 milyon bermîlan daketiye tenê 1,3 milyon bermîlan.
Îraq dixwaze bi rêya boriya Kurdistanê beşekî ji wan zererên mezin ên darayî qerebû bike.