Şêwirmendê sereke yê serokkomarê Tirk Cem Ozdemirî tehdît kir

Şêwirmendê sereke yê serokkomarê Tirk,Oktay Saral serokê Partiya Keskan Cem Ozdemirî tehdît kir

Şêwirmendê sereke yê serokkomarê Tirk, Oktay Saral Cem Ozdemirê serokê Partiya Keskan ya alman, tehdît kir.

Saralî di twittereke xwe wêneyekî Cem Ozdemîr û Selhattin Demirtaş bi hev re ne û xuya ye, li Almanyayê hatiye kişandin, bikar aniye û him ji Ozdemîre re dibêje kûçik û qehpeyê bêesil û him jî dibêje ku ew di hisab pê re bibînin.

Di hisabê xwe yê fermî de Oktay Saral xwe weke şêwirmendê sereke yê serokkomar Erdoganî binav dike.

Saral bi şer û pêvçûnên xwe yên di Meclîsa tirk de, tê naskirin.

''

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin