Şêwirmendê serbazî yê Supaya Pasdaran a Îranê û yawerê wî hatin kuştin

.

Li ser rêya Dêrezor û Tedmûrê, şêwirmendê serbazî yê Supaya Pasdaran a Îranê û yawerê wî hatin kuştin.

Li gor medyaya Îranê belav kir, Hesen Ebdullah Zade û yawerê wî Muhsîn Ebasî di navbera Dêrezor û Tedmûrê de ketine kemîneke çekdarên DAIŞê û hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan a Mihr a Îranê jî daye zanîn; Hesen Ebdullah Zade yek ji dostên Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî bû.

Beriya niha di 3yê Çileya 2020an de, Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî di encama bombebaraneke balafirên Amerîkî de li Balafirgeha Bexdayê hatibû kuştin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye