Şêwirmendê serbazî yê Holandî hewldanên yekkirina hêzên Pêşmerge eşkere dike

.

Şêwirmendê Serbazî yê li Konsulxaneya Holandayê ya li Herêma Kurdistanê Kolonel Jan Tenhov li ser hewldanên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge û encamdana proseya çaksazî ya li saziyên ewlehiyê 

Şêwirmendê Serbazî yê li Konsulxaneya Holandayê ya li Herêma Kurdistanê Kolonel Jan ten Hove li ser hewldanên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge û encamdana proseya çaksazî ya li saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê axivî.

Kolonel Jan ten Hove beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand: “Ji bo yekkirina yekeyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge, divê em destpêkê bawerî di navbera wan de çêbikin, ji bo vê mebestê jî, me ligel Wezareta Pêşmerge gotûbêj kiriye û dokument jî hatine pesendkirin, lê pêngava gelek girîng maye, ew jî pratîkkirina vê ramanê ye.”

Jan ten Hove diyar dike: “Divê hêzên Pêşmerge bi hemû yekeyên cuda, bibin yek, da ku bibe hêzeke modern ku şiyana wê ya parastina hikûmet û nifşê nû hebe. Ev jî pêwîstiya wê bi pêngavên hêzên siyasî heye, da ku vê pêngavê derbas bikin.”

Li ser asta şiyana serbazî ya hêzên Pêşmerge, Şêwirmendê Serbazî yê Holandî dibêje: “Şiyana serbazî ya hêzên Pêşmerge bi berdewamiya perwerde û rahênanê ve girêdayî ye, weke nimûne rahênana wan li ser dron û firokeyên bêfirokevan, lê belê berî wan jî pêngava herî girîng yekkirina hêzên Pêşmerge ye, ev tenê projeyek nîne ku ji bo hêzên Pêşmerge plan jê re hatiye dariştin, ew xwe di 26 projeyên cuda de dibîne, em jî di warê şêwirmendiyê de alîkariya wan dikin, da ku ew hêz di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de kom bibin, da ku bikarin hemû wan 26 projeyan cîbicî bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye