Şêwirmenda Esadî xweseriya Kurdan red kir

Şêwirmenda Beşar Esadî Buseyna Şaban got, heke bo Kurdan xweserî bê dayîn, siberojê Sûrî wê perçe bibe.

Dema civîna salane ya Kluba Nîqaşê ya Valdaî ya li Moskowê, Şabanê, li, ser nîqaşa xweseriya kurdan, ji Reutersê re got: "Xweserî, tê wateya dabeşkirina Sûriyê. Ne pêkan e ku em vê rêya ku diçe perçekirina Sûriyê, bişopînin."

Şabanê anî zimên ku Kurd, perçeyeke gelekî hêja û girîng a Sûriyê ye.

Weke tê zanîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Bakururojhilata Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji çaryeka axa Sûriyê kontrol dike û tê zanîn ku di hevdîtinên digel HSD-Şamê de, xweseriya Kurdan tê nîqaşkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin