Se'ûdî Erebistan: Di rojekê de sê teqîn

Di nava 24 demjimêran de, li Se'ûdî Erebistanê 3 teqînên xwekujî rûdan.

 

Di nava 24 demjimêran de, li Se'ûdî Erebistanê 3 teqînên xwekujî rûdan.

Pakistaniyekî 35 salî di çalakiyeka xwekujî de jiyana xwe jidest da dema ku zinara xwe ya teqîner li pêşiya qunsulxaneya amêrîkî li bajarê Ceddeyê teqand.

Li Qetîf ku behtire xelkê wê şî'e mezheb in, xwekujekî û 2 kesên dî di encama teqînekê de (li gor hinek jêderan 2 teqîn) li pêşiya husseyniyeka şî'iyan hatin kuştin. Ev herêma ku dikeve rojhilatî welat de gelek caran bûye armanca erêşên wisa ji aliyê DAIŞ û Al-Qaida ve.

Êrîşa sisiyan li nêzîka Migefta Pêxemberê îslamê li Medînayê rûda. Xwekuj û çar karmendên ewlekariyê jiyana xwe jidest dan û pênc kesên dî birîndra bûn.

Ev hersê erîşên Se'ûdî Erebistanê weke berdwamiyekê ji zincerek êrîşên wekujî ku di çend rojên dawî de li Tirkiye, Bangladêş û Iraqê rûdan tên. DAIŞê berpirsiyariya van hemû êrîşan xiste stûyê xwe.

(E.B)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin