Serweta 660 mîlyarderan di 10 mehan de 1,1 trîlyon dolar zêde bû  

.

Serweta 660 mîlyarderên Amerîkayê di nav 10 mehên pandemiyê de 1,1 trîlyon dolar zêde bû û serweta wan bi temamî gihaye 4,1 trîlyon dolarî. Ecêbe di dewra pandemiyê ya 10 mehan de sermaya wan mîlyarderan ew çend zêde bûye.

Du rêxistinên Amerîkayê ya bi navê Amerîkayiyên Bo Dadweriya Bacê ya (Americans for Tax Fairness) û Enstîtuya Xebatên Polîtîk (IPS) bi hevre beyaneka hevbeş belav kirin û ragihandin ku tevî pandemiyê milyarder karibûne sermaya xwe ew çend zêde bikin.

Di beyanê de hat ragihandin ku xwediyê şîrketên Tesla û Space X ê Elon Musk di vê dewrê de yê sermaya xwe herî zêde kiriye û ji adara 2020 an heya niha sermaya xwe %628,5 zêde kiriye. Di 18 ê adara sala 2020 an de sermaya Musk 24,6 mîlyar dolar bû û niha sermaya wî bi hesabê 18 ê vê mehê 179,2 mîlyar dolare.
 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye