Şervanekî li Cindirêsê xwe bi hêzên tirk ve teqand

Ji bo rêgirtin li ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, şervanekî din yê YPGê li navçeya Cindirês, xwe bi hêzên Tirkiyê ve teqand û vîdyoya pêş encamdana wê çalakiyê hatiye belavkirin.

Yekîneyên Prastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de belav kiriye: "Şervan Ehmed El-Welo, ku bi navê Îlan Kobanê tê naskirin, li Cindirêsê çalakiyeke fîdayî encam daye".

YPG di wê daxuyaniyê de dibêje: "Çawa Arîn Mîrkan di berxwedana Kobanê de û Avêsta Xabûr di berxwedana serdemê de, bi çalakiyên xwe bûne canê serketinê, bi heman awayî heval Îlan Kobanê bû berdewamiya riya wan, emê jî riya Îlan Kobanê berdewam bikin û artêşa Tirkiyê bişkînin".

Berî niha jî şervaneke YPJê bi navê Zelûx Hemo, ku bi navê Avêsta Xabûr dihat naskirin, ji bo rê li ber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bigire, di şeva  27/1/2018an de, xwe bi tankek artêşa tirkiyê ve teqand.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin