Şervanekî Kurd ji aliyê komeke çekdar ve bi kêrê hat kuştin û çavkaniyan ji Rûdawê re ragihand ku çekdaran serê wî jê kiriye.
Nûçegihana Rûdawê ya Rojavayê Kurdistanê Vîviyan Fetahê da zanîn ku komeke çekdar ev şervanê ji bajarê Hisîçayê kuştiye.
Navê wî Samî Şêxmûs Heso ye û bi nasnavê "Sîpan" dihat naskirin.
Sîpan li Taxa Muftiyê ya bajarê Hisîçayê dijiya.
Hinek çekdaran ew revandiye û biriye ser rêya Dêrezorê.
Çekdaran li wir bi kêrê ew kuştiye û pişt re jî gule li termê wî reşandine.
Heta niha ti koman berpirsyariya vê kuştinê nexistiye stûyê xwe.
Vîviyan Fetahê diyar kir ku nîvê şevê termê wî anîne Hisîçayê û dê li wir were veşartin.
"Divê tawanbar bên cezakirin"
Birayê Sîpan daxuyaniyek belav kir.
Wî ji rayedarên Rojavayê Kurdistanê, aliyên pêwendîdar ên Sûriyeyê û ji hemû aliyên xwedîbandor xwest ku ji bo eşkerekirina vî sûcî û darizandina tawanbaran gavên cidî bavêjin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sîpan Heso "bi awayekî hovane hatiye şehîdxistin" û hat diyarkirin ku divê ev tawan bê ceza nemîne.
Divê were gotin ku Sîpan berê şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû û di çarçoveya entegrasyonê de tevlî Lîwaya Hesekê ya Artêşa Sûriyeyê bûbû.
Samî Heso kî ye?
Nav: Samî Şêxmûs Heso
Nasnav: Sîpan Hesekê
Kar: Leşkerê Lîwaya Hesekê ya Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Temen: 26 sal
Malbat: Berê du birayên wî yên bi navên Husên û Sîpan di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketine. Piştî şehadeta birayê xwe Sîpan, wî navê wî wekî nasnav ji bo xwe hilbijartiye. Dê û bavê wî jî wefat kiriye. Niha 5 xwişk û 7 birayên wî hene.