Sêrt | Di nevbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket

.

Di encama şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê yê li navçeya Berwarî ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê de, cerdevanek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Sêrtê, gerîlayên PKKê bi çekên lûle dirêj êrîşî baregeha Degirmentaşi ya li gundê Dogan ku kirin di bin berpirsiyariya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Berwariyê de ye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, encama şer û pevçûnan de li wê herêmê, cerdevanê bi navê Mehmet Babat hat kuştin û cerdevanê bi navê Siddik Bulut jî birîndar bû. Cenazeyê Mehmet Babat û kesê birîndar ji bo Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Parêzgeha Sêrtê hatine veguhestin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye