Serokwezîrê Qatarê Nêçîrvan Barzanî dawet kir bo Qatarê

.

Bo seredanekî fermî wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bîn Abdurrahman Al Sanî bi heyeta xwe ve li payîtexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ye û îro seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Wezîrê Qatarê nameya dawetê ya ji serokwezîrê Qatarê ji Şêx Xalid bîn Xelîfe bîn Abdulaziz Al Sanî da Nêçîrvan Barzanî û wî dawetî Qatarê kir.

Di hevdîtinê de cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Cefar Şêx Mistefa û hinek rêvebirên din jî amade bûn. Her dû alî li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Qatarê, pêşdeçûnên li herêmê û bo di herêmê de îstîqrar çêbibe, behsa girîngiya koordînasyonê kirin. Di hevdîtinê de behsa veberhênerên Qatarê ku li Kurdistanê veberhênanê bikin hat kirin, behsa têkoşîna li dijî Kovid-19 ê û tevgerên İŞİD ê li herêmê kirin.

Nêçîrvan Barzanî daweta serokwezîrê Qatarê qebûl kir û xwest ku bi Qatarê re pêwendiyên Kurdistanê bêhtir bipêşbikevin. Barzanî her weha bi kêfxweşî behsa vekirina konsulxaneya Qatarê ya li Herêma Kurdistanê kir û girîngiya Qatarê ya di herêmê de anî ser ziman.

Barzanî her weha kêfxweşiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Qatarê û welatên Kendavê kir û behsa girîngiya hevkariyê ya di herêmê de kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye