Serokwezîrê nû yê Iraqê bo cara yekem behsa cîbicîkirina madeya 140 kir

Bo yekemîn car piştî destbikarbûna weke serokwezîrê nû yê Iraqê, Adil Ebdulmehdî behsa cîbicîkirina madeya 140 a destûrê, projeyasaya bûdceyê û pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê kir.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo cîbicîkirina madeya 140 û guhertinên di projeyasaya bûdceya sala 2019an de pêwîst e, komîteyeke hevpar ji herdu aliyên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlementoyê were pêkanîn.

 

Adil Ebdulmehdî da xuyakirin, divê ew komîteya hevbeş li gorî yasayê li ser wan herdu mijarên cîbicîkirina madeya 140 û guhertinên di projeyasaya bûdceya sala 2019an d,  li hev bikin.

 

Ebdulmehdî diyar kir, divê biryara li ser bûdceyê were dayin û bûdceyeke adilane be ji bo Herêma Kurdistanê, parêzgehan û gelê Iraqê û pêwîst e weke ku di destûrê de hatiye, hemû alî weke hev bin.

 

Serokwezîrê Iraqê got: “Ev mijar bi şêweyeke rast û ciddî gotûbêj li ser tê kirin, nikarim ji vê minberê ve biryara dawî bidim, îro wezaret û civata wezîran û parlamento hene, bi ciddî gotûbêj li ser wan mijaran dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmetê xwecihî hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin