Serokwezîrê Kanadayê cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir

.

 Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau cejna Newrozê li gelê kurd û gelên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz kir.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi helkefta cejna Newrozê peyameka vîdyoyî belav kir.

Justin Trudaeau di peyama xwe de dibêje: “Newroza we pîroz be, Newroza we ya hemû salan pîroz be. Îro Efxanî, Îranî û Kurd li Kanadayê û temamê cîhanê ahenga cejna Newrozê bi xweşî û şadî digirin. Di vê Newrozê de malbat li ser maseyekê li cem hev kom dibin û nan dixwin û stranan guhdarî dikin û kêf dikin.”

Justin Trudeau her wiha dibêje: “Ev Newroz gelek cuda ye, ji ber vîrusa Koronayê em nikarin gelek nêzîkî hev bibin, divê haya me ji rênimayên tendirustiyê hebe, da ku di Newrozeke din de em hevdû bibînin, divê em rênimayên tendirustiyê cîbicî bikin.”

Kurdistan Haberleri

M. Emîn Bozarslan -Di çapemeniya Swêdî de- Rohat Alakom
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser mala sivîlan şermezar kir: Nayê qebûlkirin
Mesrûr Barzanî: Hedefgirtina malên sivîlan tawana şer e
Trump: Bila Kurd ji Şerê Îranê dûr bikevin
HEWLÊR - Dron li mala sivîlan ket, 2 hevjîn şehîd ketin