Serokwezîrê Îsraîlê: Her cihekî Îran lê be aramî namîne

.

Serokwezîrê Israîlê Naftali Bennet di axaftina xwe ya li pêş nûnerên Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de got “Hêvî dikim Lubnan û Iraq ji bin bandora hêzên Pasdarên Îranî derkevin. Li her cihekî Îran lê be aramî namîne”

Naftali Bennett di destpêka civîna kabîneyê ya roja Yekşemê de hişyarî da ku bandora Îranê li pişt bûyerên vê dawiyê yê li Libnan û Iraqê heye.

Bennet herwiha got “Her cihekî ku Îranî diçin tundûtîjî, têkçûn, hejarî û ne aramî çêdibe.”

Axaftina Bennet di demekê de ye ku li Iraqê grûpên ser bi Îranê wek Hevpeymaniya Fetih di hilbijartinên parlamentoyê de tenê 15 kursî bi dest xistibûn û li Lubnanê j' xwepêşandaneke Hizbullahê ketibû ber êrîşan û di encam de 7 kes ji alîgirên wê hatibûn kuştin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rubio: Barrack êdî ne Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye
Amerîkayê êriş kir, Îranê bersiv da
Mucteba Xamineyî ji bo uranyumê biryar da
Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye