"Serokwezîrê Iraqê fermanek di berjewendiya cotkarên Kurd de der kir"

.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Jûra Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulxaliq Telet ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye ku di werzê dirûna geniman de cotkarên li deverên Kurdistanî ji aliyê hêzên serbazî ve werin parastin.

Ebdulxaliq Telet ji Kurdistan24ê re ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermanek der kiriye ku cotkarên Kurd ên li deverên Kurdistanî yên wek Mexmûr, Dubiz û navçeyên din, ji aliyê Artêşa Iraqê ve werin parastin, da ku bikarin dexl û danên xwe berhev bikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Jûra Operasyonên Hevbeş ên Iraqê destnîşan kir, Artêşa Iraqê dê alîkar be ku cotkarên Kurd ku zeviyên wan dikevin nav sînorên desthilata hikûmeta Iraqê, bi hevbeşiya ligel hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan di dema dirûna dexl û danên xwe de werin parastin.

Roja 21ê Nîsana 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihandibû, zêdetirî 400 kesên ji Erebên hawirde li gundê Pelkane bi dar û keviran, rûbirûyî welatiyên Kurd bûne û zêdetirî 10 welatiyên Kurd birîndar kirine.

Piştî vê yekê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşa ser Kurdên gundê Pelkane û hewla guhertina demografiya navçeyê bi rêya tirs û bizdandinê, şermezar kir.

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Kasim Ergun: Komîsyona Aştiyê ne bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye çêkirin
Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
PWK: Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye