Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşt belcîkyayê

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi berpirsên Belcîkyayê re pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkyayê hevdîtin bike. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Hezîrana 2021ê bi serokatiya şandeke hikûmetê bi serdaneke fermî gihîşte Brûksel Paytexta Belcîkyayê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdanê de ligel berpirsên pilebilind ên Belcîkyayê dicive û guftûgoyan derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkyayê û berdewambûna hevkarî û hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi Pêşmerge re ji bo rûbirûbûna terorê dike.

Şanda bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandananê Dara Reşîd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir