Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Osman Baydemîr kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr kir.

Di hevdîtinê de behsa girîngiya yekrêziya navbera hêz û aliyên Kurdistanî û xebata aştîyane ya gelê kurd hat kirin bo parastina mafên rewa yên gelê kurd.

Osman Baydemîr piştevaniya xwe bo hikûmeta Kurdistanê nîşan da û ragihand, Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê kurd e û divê tevahiya aliyên Kurdistanî piştevaniya wê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye