Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazranî derbarê êrîşên mûşekî yên li Hewlêrê diyar kir: “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşên mûşekî yên şeva borî li paytexta Herêma Kurdistanê, bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got: “Ez ji Kurdistaniyan daxwaz dikim ku aram bin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hêzên me yên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine û ez ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyê de me ji bo hemahengiya pêwîst bo dîtina encamderên vê kiryara terorîstî.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye