Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rûbirûbûna her cudakariyeke regezî û dûrxistina rola jinan, dupat dike.

Îro 8 Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan e. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di roja 8ê Adarê de, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrobahiyên herî germ li jinên Kurdistanê û cîhanê dikim. Em bi pêzanînê li xebat û têkoşîna jinên Kurdistanê dinêrin ji bo wekhevî û dadperweriya civakî.

Beşdariya jinên Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û rûbirûbûna sitem û dagirkeriyê de, havênê şanazî ye û jinên Kurdistanê her dem nimûneya qurbanîdan û xweragirî û rijdbûna li mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rûbirûbûna her cudakariyeke regezî û dûrxistina rola jinan, dûpat dike. Em piştevaniya rola aktîv û şayesteya jinên Kurdistanê dikin di warê cuda cuda yên civakî û saziyên hikûmetê de, di çarçoveya dakokîkirina me ya li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî, ber bi arasteyî jiholêrakirina tundî û çespandina bingehên wekhevî û lêborîna di nav malbat û civakê de.

8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz be

Hêviya serkeftinê ji bo xebata jinên Kurdistanê dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”


 

Kurdistan Haberleri

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin