Serokwezîr Barzanî Şêxê El Ezherê bi fermî vexwend Kurdistanê

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwendnameyeke fermî arasteyî Şêxê El Ezherê kir, da ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya serdanekê de bo Misirê, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq bi Şêxê El Ezherê Dr. Ehmed Teyîb re civînek pêk anî û vexwendnameyeke fermî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêşî wî kir, da ku bi fermî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin; tevî vexwendinê, Wezîrê Ewqafê rêz û hurmeta serkirdetiya Herêma Kurdistanê û melayên Kurdistanê bo rola Zanîngeha El Ezherê ya gihandina peyama pîroz a Îslamê, ji Şêxê El Ezherê re gihandiye.

Herwiha Wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq û Şêxê El Ezherê Ehmed Teyîb li ser xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li zanîngeh û navendên perwerdehiyê yên El Ezherê gotûbêj kirine.

Şêxê El Ezherê Ehmed Teyîb jî behsa rola zana û rewşenbîrên Kurd di xizmeta ol û misilmanan de kiriye û Herêma Kurdistanê jî weke cihekî aram û cihê pêkvejiyanê bi nav kiriye û kêfxweşiya xwe li ser vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan daye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye