Serokwezîr Barzanî li ser peyama 5 dewletan axifî  

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser peyama hevbeş ya pêkhateyên koalisyona li hemberê DEAŞ ê ku peyama şermezarkirina êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê dan, ragihand ku ew ji wê beyanê gelek bextewere. Serokwezîr Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de da û weha got:

“Ez bi dilxweşî pêşwaziya peyama bi yekdengî ya dost û ortaxên Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ku êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê bi tundî şermezar kirin, dikim.”

Serokwezîr Barzanî ragihand ku yek hedefeka wan ya hevpar heye: Bo temamê xelkên Iraqê îstîqrar, ewlehî û serkeftina li hemberê İŞİD ê. Barzanî di dewama peyama xwe de weha dewam kir:

“Em weka hukumeta Herêma Kurdistanê dubare soza xebata hevpar ya bi hevkarên me re didin ku em ê bi hevkarên xwe re, bo terorê têkbibin, bixebitin. Em bende ne di babeta rêya xurtkirina hewlan de, bi hevkarên xwe re şêwrê bikin.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye