Serokwezîr Barzanî li Belçîkayê bi Serokwezîrê Herêma Flandersê re civiya

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê bi serdaneke fermî gihîşt Belçîkyayê. Mesrûr Barzanî di destpêka serdana xwe de, bi Serokwezîrê Herêma Flandersê John Jambon re civiya.

Tê çaverêkirin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdanê de ligel berpirsên pilebilind ên din ên Belçîkyayê bicive û guftûgoyan derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkyayê û berdewambûna hevkarî û hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi Pêşmerge re ji bo rûbirûbûna terorê bike.

Şanda ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandananê Dara Reşîd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye