Serokwezîr Barzanî desteka xwe bo nexweşên pençeşêrê ragihand

.

Serokwezîrê Herêma kurdistanê bi sedema roja pençeşêrê ya cîhanî peyamekî belav kir û desteka xwe bo nexweşên pençeşêrê ragihand. Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de belav kir. Peyama Barzanî wehaye:

“ Di roja cîhanî şêrpenceyê de, hewsozî derdibirim ligel ew kesên ji şêrpenceyê baş bûne û ew kesên hîn jî ligel vê nexweşiyê berxwedanê dikin û ew kesên ji nava me bar kirine. Hikûmeta min pabende bi alîkariya nexweşên weka Jale û malbata wê.’’

Mesrûr Barzanî aşkera kir ku hukumeta wan ji 60 mîlyon dolarî zêdetir pere xerckiriye bo dermankirina nexweşên pençeşêrê. Mesrûr Barzanî weh adewam dike:

“ Em dizanin ji bo nexweşên pençeşêrê gelek palpiştiyên cûrbicûr pêwîst e. Her bo pêşkeşkirina çareserî di vê senterê bê berambere, xizmetguzarîya tenanet pêşkêş bi xelkê herêmên din ê Iraqê jî dike û her derfetekê de me palpiştiya darayî jî pêşkêş kiriye.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye