Serokwezîr Barzanî bi peyamekî 1ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir

.


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek bi boneya 1ê Gulanê belav kir û ragehand: ‘’Rêz û pêzanînên min ji bo erk, westandin û hêzar fikir a karkerên Kurdistanê heye.’’

Îro 01.05.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de ragehand: ‘’Bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ez pîrozbahiyeke germ li karkerên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: ‘’Rêz û pêzanînên min ji bo erk, westandin û hêza fikir a karkerên Kurdistanê heye ku di rewşeke xirab a aborî de jî xizmet kirinê berdewam dikin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Di vê boneyê de pêbendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên karkeran û bidestanîna jîngeyekî baş a karkirinê, ku silametî û tenduristiya wan di sektora giştî û taybet de ji bo li berçav bê girtin em pêbendiya xwe em teqez dikin.’’


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye