Serokwezîr Barzanî bi boneya salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê peyamek belav kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 30.emîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê ya di sala 1991ê de, peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Raperîna Adara 1991ê, yek ji serweriyên mezin ên gelê Kurdistanê ye, ku berhema yekrêzî û yekbûna hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî bû, redkirina zilm û dagiorkerî û bindestî bû.

Raperîn werçerxaneke dîrokî bû di şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de, ku berhema wê çêbûna statuya federal a Herêma Kurdistanê û saziyên rewa û destûrî yên Herêmê bû, ku divê îro jî her takekesekî Kurdistanî û hemû aliyên pêkhateyan, bi yekrêzî û bi yekdeng, dakokî li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.

Divê nirxên bilind ên Raperînê û bingehên pêkvejiyana aştî û lêborîn û aştîxwazî û mirovdostî ya gelê Kurdistanê, her dem were parastin û pêşve biçe.

Bila salvegera Rarepînê zêdetir me han bide, da ku em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin, da ku bikare bi awayê herî baş, bernameya reformê cîbicî bike û xizmeteke hêjatir pêşkêşî hemû xelkê Kurdistanê bike û bi hev re Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşketîtir bibin.

Salvegera Raperîna Adara 1991ê pîroz û bilind be.

Em bejna xwe ji bo rêzgirtinê li ber şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye