Serokomarîya Iraqê: Her livîn û tevgereke yekalî ya Tirkîyê ji alîyê Iraqê ve tê redkirin

Serokatîya Komara Iraqê bombebaranên Tirkîyê weke “binpêkarîyeke zelal li ser serwerîya Iraqê” bi nav dike û dibêje, di wan bombebaranan de “xelkê sivîl bûne qurbanî.”

Navenda Nûçeyan - Ofîsa Ragihandinê ya Serokatîya Komara Iraqê derbarê operasyon û êrîşên esmanî yên Tirkîyê yên di nava axa Iraqê de daxuyanîyek belav kir û tê de wan êrîş û bombebaranan weke binpêkarîyeke zelal li ser serwerîya Iraqê bi nav dike.

Di daxuaynîyê de tê gotin, binpêkirina esmanê Iraqê li dijî hemû yasa û rêkeftinên navdewletî ye û li gel bingeha cîrantîya du welatan (Tirkîye û Iraq) nakok e.

Serokatîya Komara Iraqê daxwaz dike, ku “hemû pirsgirêkên têkildarî sînor û mijarên ewlehîya navbera herdu welatan, bi rêya hevahengî û mekanîzmên du alî bêne çareserkirin û her livîn û tevgereke yekalî ya Tirkîyê ji alîyê Iraqê ve tê redkirin.”

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'