Serokomarê Iraqê Fûad Masûm projeya budçeyê red kir

Medyaya Iraqê li ser zarê çavkaniyên agahdar ragihand ku Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm pesendkirina projeya budçeya Iraqê red kiriye.

Birêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê, Emîr Hemûdî got ku "Serokkomar Fûad Masûm pesenkirina budçeya 2018an red kir ku parlamentoya Iraqê ji bo wê deng dabû" û diyar kir ku Masûmî ferman daye ku "li parlamentoya Iraqê bê vegerandin."

Di berdewamiyê de Hemûdî wiha got: "Sedema ku budçe nehatiye pesendkirin ew e ku binpêkirinên qanûnî tê de hene lewra li paralamentoyê hatiye vegerandin."

Parlamentoya Iraqê projeyasaya budçeya sala 2018 ya Iraqê bêyî beşdarbûna Fraksyonên kurdistanî qebûl kiribû û  para Herêma Kurdistanê ji sedî 17an hatibû daxisti  û li gorî budçeya nû bûbû 12,63% ku fraksiyonên Kurdistanî li dijî vê yekê derketibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin