Serokomarê Fransayê bi vîrûsa korona ket

.

Qesra serokomariya Fransayê Elysee, bi daxuyaniyekî ve amaje bi wê yekê kir ku testên vîrusa koronayê yên serokomarê Fransa hatine kirin û encam jî pozîtîf derketine.

Îro 17.12.2020ê Qesra Elysee bi daxuyaniyekî ragehand testên taybet ên koronayê ji bo serokomarê Fransa Emmanuel Macron hatine kirin û encam jî pozîtîf derketine.

Li gor zanyariyên çapemeniya cîhanê serokomarê Fransayê gelek nîşaneyên koronayê di wî de hebûne, ji ber wê jî testên taybet ên wê şewbê bo hatine kirin.

Heta naha li Fransayê 2 milyon û 409 hezar û 62 pêketiyên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û 59 hezar û 361 kes jî ji ber pêketinê jiyana xwe ji dest dane, du milyon û 202 hezar û 540 kes jî baş bûne.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye