Serokên NATOyê tekezî li parastina hevpar a li dijî gefan kir

.

Serokên NATOyê derbarê xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir û gefên Rûsyayê û Çîn şermezar kirin, herwiha banga pabendiya bi nexşerêya Lîbyayê kir.

Serokên dewletên endamên NATOyê îro bang li Îranê kir ku bernameyên moşekên balastîkî rawestîne û piştgiriya wê ya madî û leşkerî ji milîsan re şermezar kir.

Serokan li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefên tevahî aliyan li hev kir.

Derbarê Lîbyayê, serokên dewletên NATOyê desthilata Lîbyayê hişyar kir ku bi nexşerê û rêxistinkirina hilbijartinan di soza wê de pabend be.

Herwuha derbarê dosya Rûsyayê de serokan di encamnameya lûtkeya NATOyê ya li Brukselê de pêşxistina Rûsya ji çekên leşkerî re şermezar kir û bang li Moskowê kir ku li hember qanûnên navneteweyî rêzdar be.

Serkretêrê giştî yê NATOyê piştî lûtke bi dawî bû di civîneke çapemeniyê de, eşkere kir ku serokên dewletên NATOyê li ser projeya parastinê ya nû li hev kir ku ji karê bi şîrketên avakirî û zanîngahan pêk tê, her wiha sendoqeke nû jî ava kir, da ku bi rêya îstismarkirina teknolojiya nû li hundirê NATOyê were bikaranîn.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe