Serokê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da

Newşîrwan Mistefa di 2009ê de ji YNK veqetîyabû û bi navê Gorranê tevgerekê avakiribû û Tevgera wî di hilbijartina dawî ya Herêma Kurdistanê de bibû duyem û 24 parlamenter bi dest xistibû

Serokê Tevgera Gorranê ya Başûrê Kurdistanê Newşîrwan Mistefa di 19ê Gulanê 2017ê di saet 08:00ê serê sibê koça dawî kir. Newşîrwan Mistefa kanser bû û 73 salî bû. Li Ingilterê tedawî didît û berê çend rojan ji Londrayê vegerîyabû Sileymanîyê.

Newşîrwan Mistefa di 2009ê de ji YNK veqetîyabû û bi navê Gorranê tevgerekê avakiribû û Tevgera wî di hilbijartina dawî ya Herêma Kurdistanê de bibû duyem û 24 parlamenter bi dest xistibû.

Jiyana wî
Newşîrwan Mistefa sala 1944 li Taxa Serşeqam ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.

Sala 1967ê li Fakuleta Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960î ya sedsala bihorî de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964 de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.

Sala 1967ê bûye endamê şaxa Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtboruyê.

Herwiha di sala 1969ê de xwedî îmtiyazê Kovara Rizgarî bûye.

Di destpêka salên 1970î de çûye Nemsayê û masternameya xwe di Yasaya Navdeweltî li wî welatî bi dest xistiye.

Yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û heta sala 2006ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûye.

Di sala 2006ê de dest ji karê hizbî di nav refên YNKê de anî û paşê şîrketa Wûşe (bi wateya peyv) damezrand.

Di sala 2009ê de ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê lîstek bi navê Gorran pêk anî.

Xwediyê çendîn pirtûkan di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de ye.

Sala 1981ê jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê du kuran bi navê Nima û Çiya û keçekê bi navê Çira ye.

Di 17.03.2017ê hevjîna Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî Seîd jî wefat kiribû. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin