Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Joe Bidenî pîroz kir

.

Bi sedema Joe Biden bû serokê Amerîkayê û dest bi wezîfa xwe kir, serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê li Joe Biden geriya û wî pîroz kir. Kremlîn hûrahiya axaftina telefona her dû serokan bi raya giştî re parve kir. Kremlîn weha got:

“Bi sedema Jo Biden bû serokê Amerîkayê Putin Bidenî pîroz kir. Putin ragihand ku têkiliyên navbera Rûsya û Amerîkayê normal bibin, ne tenê bo her dû dewletan lê her dû dewlet di mijara îstîqrar û ewlehiya kureyî de, dema li berpirsiyariya xwe ya taybet dinêrin, bo temamê dinyayê baş e.”

Li gor Kremlînê di axaftinê de mijarên li serê axifîne ev in:

- Peymana START ê an ku kêmkirina sîlihên stratejîk yên nû, dê di nêz de prosudurên xwe temam bikin.

- Di nav mijarên navdewletî de mijara pandemiyê heye.

- Peymana semayên vekirî ku Amerîka yekalî xwe ji peymanê vekişandibû,

- Mijara bernama nukleerî ya Îranê

- Çareseriya krîza Ûkraynayê,

Li gor ragihandina Koşka Sipî mijarên li serê axifîne ev in:

- Êrîşên sîberî,

- Gotinên ku dibêjin bo leşkerên Amerîkayê bikujin, Rûsya pere daye Talîbanê,

- Mudaxleya Rûsyayê bo hilbijartinên sala 2020an,

- Mijara Aleksey Navalny û mudaxela hêzên ewlehiyê bo ser xwepêşandanên aştiyane.

- Peymana New START ê ku Biden dixwaze bo 5 salan dirêj bike,

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye