Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo rewşa kurê Serokê PAKê Husên Yezdanpena li gel wî axivî

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 05.08.2026ê, bi peywendîyeke telefonî, bi Serokê Partîya Azadîya  Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena re axivî û rewşa kurê wî pirsî.

Kurê Husên Yezdanpena, Mukrî Yezdanpena, şeva 04.08.2026ê li Hewlêrê rûbirûyî êrîşeke çekdarî bû. Di encama vê êrîşê de Mukrî Yezdanpena bi giranî birîndar bû.

Endamê Komîteya Navendî ya PAKê Edîp Xalidyan di daxuyanîya xwe de gotibû ku ‘’Nokerekî ku girêdayî Rejîma Îslamî ya Îranê ye hewla sûîkasteke li dijî Mukrî Yezdanpena kirîye’’

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk di peywendîya telefonî de rewşa Mukrî Yezdanpena pirsî. Husên Yezdanpena jî got ‘’Diktoran midaxeleyeke baş kirine. Diktor dibêjin rewşa wî hinekî bi ber başiyê ve diçe. Lê heta 24 saetan jî emê li bende bin’’.

Mustafa Ozçelîk ji ber vê êrîşê xemgînîya xwe anî zimên, êrîş şermezar kir û şifaya xêrê ji Mukrî Yezdanpena re xwest.

Husên Yezdanpena jî ji ber ku li wan gerîyaye û halê kurê wî pirsîye, spasîya Mustafa Ozçelîk kir. Û got ‘’Asayîşa Hewlêrê di derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh dike’’.

05.08.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Germiyanê 158 nêçîrvan hatin darizandin
Dadgehê biryar betal kiribû lê Îranê xwendekarê Kurd daleqand
Amerîka artêşeke robotan ava dike
“Mala Ezdaî Kalkarê” merasîmek ji bo jenosîda li dijî Ezdiyên Şingalê hat lidarxistin
Federsyona Komelên Kurdî Li Danîmarka Karesta Şengalê Bibîranî