Beşa Guftûgoyan ya Buroya Rewşenbîrî û Ragehandinê yê PDKyê (Partîya Demokrat a Kurdistanê) roja 01.04.2026ê li Hewlêrê bi beşdarîya sîyasetmedar û akademisyen û pisporên sîyasî yên ji her çar perçeyên Kurdistanê bi navê "Kurdistan di nav gêliya şerekî nexwestî de" civînek li dar xist.
Ji Bakurê Kurdistanê Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi rêya onlîne beşdarî civînê bû.
Axaftinên ku di vê civînê de hatine kirin di Rojnameya Gulanê de hatin belav kirin û paşê jî dê wek pirtûkekê bê weşandin.
Em nûçeya di derbarê axaftina Mustafa Ozçelîk ya ku di Rojnameya Gulan de hatîye belav kirin pêşkêşî we dikin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
…………………………………..
Mustafa Ozçelîk Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
‘’Erka me ye ku bi dîtineke realîst û dûrî diruşman, vê rewşê binirxînin û rastiyan wekî xwe bibînin, da ku em karibin têgihiştineke dirust ji bo paşeroja navçeyê û cîhanê hebe’’
Mustafa Ozçelîk yek ji siyasetmedarên diyar ên Kurdistana Tirkiyeyê ye û li Amedê dijî. Wekî çalakvanekî siyasî bi berdewamî parastina mafên kurdan li Tirkiyeyê dike û ji bo vê yekê hewl daye ku zexta siyasî li ser hikûmet û parlamena Tirkiyeyê dirust bike û bi riya zexta medenî, yasayi, meşrû mafên kurdan li Tirkiyeyê dabîn bike. Di guftûgoya vê carê de "Kurdistan di nav gêliya şerekî nexwestî de" bi riya Skype ji Stenbolê beşdarî me bû û bi vî awayî dîtin û nêrînên xwe pêşkêş kirin.
Di destpêkê de, gote ‘’sipasiya rexsandina vê derfetê dikim û ji dil silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû beşdarên vê civînê dikim’’.
Di berdewamîya axaftina xwe de Ozçelîk weha got:
‘’Di rastiyê de, em îro di serdem û qonaxeke gelekî hestiyar û tijî alozî de dijîn. Di vê gavê de dixwazim balê bikişînim ser çend têbiniyên girîng; ew jî ev e ku di qada navdewletî de, pêgeha yasayên gerdûnî û prensîbên Neteweyên Yekbûyî wekî berê bandora wan nemaye û girîngiya wan kêm bûye. Niha em dibînin ku piraniya dewletan, ne di asta navxweyî de û ne jî di çarçoveya peywendiyên navdewletî de, pabendiyên yasayî yên nevdewletî jî yên nevxweyî jî li ber çavan nagirin û bi bêbakî bi ser prensîban de baz didin.
Dema em bi hûrgulî vê rewşê dinirxînin, em nikarin vê rastiya tal piştguh bikin ku cîhan gihîştiye xaleke ku tê de lojîka ‘hêzê’ cihê ‘yasayê’ girtiye. Niha prensîba sereke wiha lê hatiye: Her kesê ku xwedî hêz be, ew biryarê dide. Di vê hevkişîna nû de, hêza leşkerî, şiyana aborî û pêgeha jeopolîtîk, faktorên sereke ne ji bo diyarkirina çarenivîsa bûyeran û sepandina hegemonyayê.
Ji bo isbatkirina vê waqiiyetê, çendîn mînakên berçav li ber dest in; şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê, êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirkiyeyê ji bo ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê, dagir kirina Tirkîyeyê ya li Bakurê Qibrisê, hebûna Îsraîlê li Sûriyeyê û liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya Rojhilata Navîn. Bi navê hîlala Şîe hebûna Îranê li Iraq, Lubnan, Yemen, Filistîn û Rojhilata naverast. Rewşa Lîbya, Yemenê. Ev hemû delîlên hannahatî (hama-hama) ne li ser wê yekê ku ka çawa berjewendiya hêzên mezin û welatên navçeyê, yasayên navdewletî xistine perêzê.
Ji ber vê yekê, erka me ye ku bi dîtineke realîst û dûrî diruşman, vê rewşa metirsîdar binirxînin û rastiyan wekî xwe bibînin, da ku em karibin têgihiştineke dirust ji bo paşeroja navçeyê û cîhanê hebe.
Ji aliyekî din ve, em niha li ber nediyariyeke zêde ne derbarê araste û stratejiyên Amerîkayê li navçeyê de. Ev mij û dûmaniya (tariî) jî wiha kiriye ku em nekarin nexşerêyeke hûr û konkret ji bo siyasetên dahatû yên Waşîngtonê deynin. Ev guhertinên bilez ên li holê ne, wekî şûrekî dudu-devî ne; ji aliyekî ve dibe ku bibin sedema çendîn derfetên zêrîn, ji aliyekî din ve jî dibe ku metirsiya mezin û cidî ji bo ser qewareya Başûr û Rojavayê Kurdistanê û rewşa Rojhilatê Kurdistanê dirust bikin.
Tecrubeyên heyî nîşan dane ku heger di nav mala xwe de yekgirtî bin, hebûna dewletên mezin ên ji bo berjewendîyên xwe û guherînên li herêmê, dikare gelek firsendên mezin jî bîne der dêrîyê mala kurdan. Helbete ku wek miletekî ku tûşî gelek jenosîd û zilman bûye, kurd dê bi tu awayî nebin piştgirên zilm û qetlîamên tu miletan. Lê bele, divê kurd bêyî dijminatîya dewletên mezin bikin, bikaribin feydê ji hebûna wan jî werbigrin. Di destkeftinên li Başûrê Kurdistanê de rola Amerîka û delwletên mezin li ber çavan e. Îro li Rojhilatê Kurdistanê jî dikare ev şans were ber derîyê gelê me. Ne karê me ye ku em dijayetîya Amerîka û dewletên mezin bikin.
Ew şer û milmilaneya ku îro Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê dest pê kirine, bêguman di gava yekem de bandoreke rasterast û kûr li ser Herêma Kurdistanê dibe. Ev bandor jî ji pêgeha jeopolîtîk a Başûrê Kurdistanê û wê rewşa hestiyar a niha çavkaniyê digire ku hemû parçeyên Kurdistanê girtiye nav xwe.
Em dikarin bi eşkereyî bibêjin ku di dîroka hevçerx a kurd de, tu qonaxek wekî niha çarenivîsa parçeyên Kurdistanê bi hev ve nehatiye girêdan û bandora wan li ser hevdu nebûye.
Me dît di dema pêşhatên Rojavayê Kurdistanê de, ka çawa kurdên her çar parçeyan û kurdên dîasporayê yekdeng û yekhelwest bûn û hewar dikirin ku gelê Kurd yek e, Kurdistan welatek e û xemên me hevpar in. Di vê çarçoveyê de, rola cenabê Serok Mesûd Barzanî wekî merciîyetekî neteweyî û nîştimanî ji bo hemû kurdên cîhanê, cihê girîngî û rêzeke taybet e. Hemdem, parastina qewareya Herêma Kurdistanê wekî destkeveke federalî, erkeke bilind e. Bûyeran isbat kir ku kurd di vê meydanê de bi tenê nînin û xwedî yekhelwestî û îradeyeke polayîn in ji bo parastina nasname û nîştimana xwe.
Ji ber vê yekê pêwîst e bi hûrgulî çavdêriya van hevkişînan bikin û ji bo hemû egeran amade bin, çimkî yekrêziya navbera me tenê bijarde ye ji bo derbaskirina vê bahoza siyasî ya navçeyê.
Di rastiyê de, tirsa mezin û stratejîk a dewletên cîranên Herêma Kurdistanê her ji vê xalê çavkaniyê digire; ew jî tirsa wan e ji yekgirtûyî û yekrêziya neteweyî ya kurd. Di vî warî de, di vê qonaxê de karê herî pêşîn û pêdiviya me, birêkxistina navmala kurd e. Erka ser milê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye ku nakokiyên xwe yên lawekî (duyemîn) bidin aliyekî û bi helwesteke yekgirtû kar bikin, hem ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û hem ji bo piştgirîkirina gelê me di parçeyên din ên Kurdistanê de.
Di vê rêyê de, rola cenabê Serok Mesûd Barzanî wekî merciyekî neteweyî û nîştimanî, zêdetir ji her demê dertê pêş û dibe navendek ji bo komkirina hemû dengên cuda. Pêwîst e Başûrê Kurdistanê bi yek gotareke hevpar rûbirûyê tehdîdan bibe, bi taybetî dema em dibînin Îran bi riya zextên darayî, aborî û neqdî dixwaze Herêma Kurdistanê lawaz bike û îradeya siyasî ya kurd têk bibe; li vir tenê yekrêzî dibe kelayek ji bo berperçdanawa (bersivdana) wan zextan.
Ji aliyekî din ve, dirustkirina hevpeymaniyê di navbera şeş partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de, gaveke girîng û erênî ye ber bi yekrêziyê ve. Em piştgirîya vê hevpeymanîyê dikin û hêvî dikin ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikaribe ji vê rewşa heyî feyde werbigre û azadîya xwe, statuyeke milî, cografîk, sîyasî bidest bixe.Lê di heman demê de, pêwîst e partiyên Rojhilat bi herî bilind a berpirsiyariyê muamele bi rewşê re bikin, da ku rêgiriyê bikin li wê yekê ku tu ziyanek negihe berjewendiyên Herêma Kurdistanê.
Dewleta Îranê bi zelalî ji wê rola bandorker a Başûrê Kurdistanê ditirse, loma jî serî li komên tundrew dide di nav axa Iraqê de da ku êrîş bikin ser Herêmê. Êrîşên berdewam ji bo ser baregeha cenabê Serok Barzanî û mala rêzdar Nêçîrvan Barzanî, ne tenê êrîşên leşkerî ne, belkî peyameke siyasî ya rasterast in; ew dixwazin van êrîşan wekî karta zextê dijî Herêma Kurdistanê bikar bînin da ku paşekşê bi destkeftên me yên neteweyî bikin.
Ji ber vê yekê, di vê gava hestiyar de, tu bijardeyek li ber destê me nîne ji xeynî ku navmala xwe birêkxistin bikin û bi yek dengî rûbirûyê van gefên navdewletî û navçeyî bibin.
Herêma Kurdistanê, wekî qewareyeke destûrî û federalî di çarçoveya dewleta Iraqê de, xwedî mafekî rewa û dîrokî ye ku pêwîst e bi hemû awayekî parastin lê bê kirin. Heya niha serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê karîtiye siyaseteke aqilane, hevseng û dûrbînane bişopîne. Stratejiya me her dem li ser bingeha parastina aştî û seqamgiriyê bûye; me tu car nexwestiye bibin aliyek ji kêşe û milmilaneyên çekdarî yên navçeyê, belkî her dem me hewl daye bibin sedema çareserî û diyalogê.
Di vê qonaxa hestiyar de, divê ew rastî li ber çavê me be ku ‘yekrêziya navmala kurd’ mercê sereke û bê amansoz ê serkeftina me ye. Dema kurd di navxwe de yekgirtû bin, dikare di asta navdewletî de jî bi hêzeke zêdetir parastina mafên xwe bikin. Gelekî girîng e kurdên dîasporayê û hemû cîhan wê dîmenê bibînin ku Başûrê Kurdistanê xwedî îradeyeke yekgirtû ye û li ser pirsên neteweyî yekdeng e. Ev yekgirtûyî, mezintirîn bersiv e ji bo wan kesên ku dixwazin xewna kurd ji bo azadî û serxwebûnê ji nav bibin.
Herwiha, em nikarin înkar bikin ku siyaset û hegemonyaya Îranê bandoreke rasterast û kûr li ser biryarên siyasî yên Bexdayê heye. Di ber ronahiya vê rastiyê de, erka saziyên Herêma Kurdistanê ye ku bi dîplomasiyeke pir bi hêz, çavvekirî û serdemiyane kar bikin. Pêwîst e bi zimanekî dîplomasî yê çalak rêgirî bê kirin ku herêma me nebe armanca êrîş û zextên berdewam ên Tehranê, ku pir caran bi mebesta lawazkirina pêgeha herêmê tên kirin.
Dîrok baştirîn şahid e ku gelê kurd çendîn qonaxên sext û ceribandinên mezin derbas kirine. Jenosîd, Enfal û Kîmyabaran nekarîn îradeya polayîn a vî gelî têk bibin û rêgiriyê li xebata me bikin. Îro ku Herêma Kurdistanê di asta navdewletî de wekî qewareyeke fermî û şerî (meşrû) hatiye naskirin, berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê me hemûyan e ku parastina van destkeftan bikin û ber bi paşerojeke geştir gavan bihavêjin. Parastina qewareya herêmê, parastina nasnameya neteweyî ya her kurdekî ye li her kuderê vê cîhanê be.
Îro piştgirîya xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê erkeke me ya neteweyî ye.Koordînasyoneke di navbera kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê pêwîstî û wazîfeyeke neteweyî, niştimanî yê.