Serokê parlementoya Îranê: Kolberî bûye birînek kûr û divê were dermankirin  

.

Serokê parlementoya Îranê ragihand, kolberî li Rojhilatê Kurdistanê bûye “birînek kûr” û li ber in çareyekê jê re bibînin.

Serokê parlementoya Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf îro danê sibê çû bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê.

Qalîbaf li ser serdana xwe bo wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ew dixwazin ji nêzîk de rewşa parêzgehê bibînin û ew piroje û pilanên ku di nivî de mane, bidin xilaskirin.

Serokê parlementoya Îranê li wê yekê mukir hat ku parêzgeha Sine ji gelek xizmetguzarî û pêşketinan bê par maye, ji ber wê jî wan ev mijar di bûdceya sala bê de nirxandine.

Qalîbaf li ser kolberiyê jî da xuyakirin, kolberî bûye birînek kûr û ewê bi alîkariya wezaret û dezgehên pêwendîdar wê pirsgirêkê çareser bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye