Serokê PAKê peyama sersaxîyê ji Sekreterê Giştî yê HDKyê re şand

.

"Birêz Xalid Ezîzî

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK)

Bi xemeke mezin em agahdarbûne ku Endamê Komîteya Navendî ya HDKyê Mûsa Babaxanî roja Pêncşemê 6ê Tebaxê ji aliyê 2 teroristên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatîye revandin û roja 7ê tebaxê dahnê sibê termê wî li odeyeke Hotela Gula Silêmaniyê li bajarê Hewlêrê hatiye dîtin. Herweha li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin, gelek nîşaneyên îşkenceyê jî li ser termê Mûsa Babaxanî hatine dîtin.

Mûsa Babaxanî têkoşer û xebatkarê doza azadîya Kurdistanê ye û şehîdên me hemû Kurdistaniyan e.

Em wan qatilên terorîst û Komara Îslamî ya Îranê ji ber qetil kirina Mûsa Babaxanî rûreş dikin.

Em hevparê êş û xema we ne.

Ruhê şehîdê me şad, cîhê wî biheşt be. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber û endam û layangirên partîya me sersaxîyê ji malbata Musa Babaxanî, ji cenabê we û ji hemû rêveber û endamên HDKyê û ji gelê Kurdistanê re dixwazim."

Li gel rêzên xwe

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye