Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Wanê civînek li dar xist

.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik, roja 19.09.2021ê li Teşkîlata Wanê ya PAKê li gel hinek dostên PAKê û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd civînek li dar xist.

Ji ber tedbîrên Covid-19ê bes kesên ku hatibûn dawet kirin beşdarî vê civînê bûn.

Li gel rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd û dostên PAKê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezihe Karahan, Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya, Serokê Komîsyona Ciwanan a PAKê Zafer Kizil, endamê Meclîsa PAKê Husamettin Acar û rêvebirên PAKê yên Wanê jî beşdarî vê civîna sohbetê bûn.

Civîn bi rêz girtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Di destpêka civînê de Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün di derbarê mijara civînê de hinek agahdarî da û kurte axaftinek kir.

Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di heqê rewşa Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û sîyaseta dewletên cîhanê û herêmê de agahdarî dan û bîr û rayên PAKê anîn ziman.

Beşdarên civînê jî hinek pirs kirin, bîr û ray û pêşniyarîyên xwe anîn ziman.

Ev civîna sohbetê di atmosfereke dostane , germ û berhemdar de derbas bû

19.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn