Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Mêrdînê civînek li dar xist

.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 18.07.2021e li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa PAKê Şerif Karakurt, seredana Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê kirin.

Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar û rêveber û endamên PAKê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li gel rewşa pandemîyê, germahîya havînê û li gel ku gelek kes li derveyî bajêr bûn jî, gelek endamên PAKê , Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî, berpirsê PDKSyê Mahmud Remo û heyeteke ENKSyê û gelek welatperwerên Kurd ên li Mêrdînê jî beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar bixêrhatina beşdaran kir û ji bo hevalê me remetî kek Feyyaz Ekmen û hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Bedran Acar, di derbarê mijarên civînê de agahdarî da û paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik dest bi axaftina xwe kir.

Mustafa Özçelik bi taybetî rewşa sîyasî ya Bakurê Kurdistanê û ya her sê perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê nirxand, bîr û bawerî û sîyaseta PAKê anî ziman, di derbarê xebatên PAKê de agahdarî da.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin