Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ji ber girtina Demirtaş dilgiranîya xwe dîyar kir!

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk telefonî hevjîna Selahattîn Demirtaş kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk  roja 05.10.2016an bi peywendiyeke telefonî ya li gel rêzdar Başak Demîrtaş a hevjîna Selahattîn Demirtaş de, dilgiranîya xwe jiber girtina rêzdar Selahattîn Demirtaş anî ziman û derbasbûyîn ji hevjîna wî re xwest.

Mustafa Ozçelîk ji  rêzdar Başak Demîrtaş re got ‘’Silav û piştgirîya me bigihê rêzdar Demîrtaş emê kêfxweş bin’’.

Başak Demîrtaş jî ji bo  vê telefonê û jibo piştgirîya wî spasîya Mustafa Ozçelîk kir.

Wek dihê zanîn Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş pitştî lêpirsinê li Diyarbekirê ji aliyê dadgehê ve duh hatibû girtin. Selahettîn Demirtaş di girtigeha bajarê Edîrneyê de ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin