Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Hevalê me Feyyaz Ekmen li nexweşxaneyê tedawîya Covid-19ê dibîne

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Hevalê me Feyyaz Ekmen li nexweşxaneyê tedawîya Covid-19ê dibîne.


"Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, di hilbijartina 31ê Adara 2019an de Namzedê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Batmanê,  hevalê me yê hêja Kek Feyyaz Ekmen, li gel hevjîna xwe, hevala me  Mehtap Xan û kurê xwe Mem Lorî berîya 20 rojî bi Covid-19ê ketibûn. Piştî tedawîya wan , Mehtap Xan û  Mem Lorî nuha baştirin û testa wan a Covid-19ê Negatîf derket.Lê kek Feyyaz  eve 15 rojin di nexweşxaneya li Almanyayê de, di beşa tedawîya acîl a giran de(İntensive Care)  tedawîyê dibîne. 


Diktor bi hemû îmkanên xwe tedawîya kek Feyyaz dimeşînin.


Em bi hemû hest, û hezkirin û hêvîyên xwe ve, bi duayên xwe ve pêbawerin ku kek Feyyaz dê baş bibe.


Li gorî agahdarîyên ku diktorên kek feyyaz bidine me , emê jî raya giştî agahdar bikin.
Li gel rêzên xwe."


20.04.2021


Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye