Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bi ENKSê re civiya  

.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî, li paytexta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) re civiya û beriya civînê pirsên rojnamevanan bersivand. 

Nesir Herîrî, diyar kir; bi ENKSê re Rewşa siyasî, geşedanên li herêmê, şerê terorê, rewşa mirovî li Sûriyê û astengên ku li herêmê derketine holê, gotûbêj dikin.

Herîrî da zanîn: “Em spasiya birayên me yên li Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) dikin, ku ew pêkhateyeke girîng e û pêwendiyeke me ya baş bi Herêma Kurdistanê re heye. Em rûbirûyî astengên hevbeş bûne li herêmê, ku ji wan herî girîng; reftarên xerab ên Îranê ye li herêmê.”

Herwiha li ser rola Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirina awareyên Sûriyê de diyar kir: “Rola Herêma Kurdistanê, di şoreşa Sûriyê de roleke mezin bû di pêşwazîkirina awareyan de.”

Herîrî derbarê mijarên ku di civînê de werin axaftin eşkere kir: “Rewşa siyasî, geşedanên li herêmê, şerê terorê, rewşa mirovî li Sûriyê û astengên ku li herêmê derketine holê.”

Nesir Herîrî diyar kir: “Em dixwazin Sûriye, ya xelkê Sûriyê be, ti ajendayeke derve li Sûriyê tunebe.”

Herî dawî li ser binpêkirinên li herêma Efrînê da zanîn: “Ez nabêjim rewş ji sedî sed baş e, li wan deverên azadkirî asteng û pirsgirêk hene. Pênc milyon welatiyên Sûriyê tê de dijîn, hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê de dijîn. Şaneyên razayî yên Qaîde û rejîm û milîsên Îranê tê de hene, heta PKK jî heye.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye