Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanya dicivin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li Hewlêrê dicivin û rewşa Iraq û navçeyê guftûgo dikin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, biryar e îro (9 Hezîranê) demjimêr 10:00 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li Hewlêrê bicivin û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de û rewşa Iraq û navçeyê guftûgo bikin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab duhî bi serdaneke fermi gihîşt Bexdayê û ligel Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Derve yê Iraqê civiyabû.

Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê di civînê de xwe de tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo aramî û ewlehiya Iraqê kir, herwiha daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina hevahengî û hevkarîyê di warên aborî, kulturê, piştevanîya weberhênanê û geşkirina derfetên pêşkeftinê ji Iraqê re da xuyakirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye