Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlementoya Îranê civiyan

.

Di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de, îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya.

Civîn bi amadebûna Seroka Parlemena Kurdistanê Rêwaz Fayiq birêve çû û têda pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê guftûgo kirin.

Di civînê de ku şanda ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê jî amade bûn, herwiha di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye