Serokê herêma Kurdistanê peyamek bi boneya roja cîhanî ya nehiştina tundiya hember jin belav kir

.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya roja cîhanî ya nehiştina tundiya hember jinê peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê peyam waha ye:

Li salvegera roja cîhanî ya nehiştina tundiya dijî jinan da, tekez li ser berdewamiya piştgîriya li mafên wan û hewl û karê berdewam ya ji bo nehiştina tundiya dijî jinan dikîn. Kurdistan jî wekî hemû cîhanê ji ber virusa Korona, li qonaxeke gelek dijwar de derbasdibe. Jin li mal û nexweşxane û damezraweyên tendirustî û perwerdeyiyan, erkeke giran ketiye stuyê wan.

Jin ji bo perwerdeya zarok û parastina welatiyan û rêgiriya li belavbûna pejikê û çareserkirina nexweşan li bereya pêş ya xebatê bûn. Destxweşiyê li perestar û pizîşk û karker û karmendên tevahiya saziyên tendirustî û perwerdeyiyên Kurdistanê û spasî erk û keda wan dikim.

Qeyrana aborî û darayî pejika kovid -19, li gel aloziyên siyasî, destkeftên jinan dixine metirsiyê, lê belê jinên Kurdistanê piştrast dikîn ku li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikîn ji bo parastina destkeftên wan û nehiştina tundiyê û mîsogerkirina dadweriya civakî. Li her cîh û astek da bê, rûbirûbûna gêçel û destdirêjiya li ser jinan dibîn.

Tundutîjî, pirsa mafê mirov û hemû civakêye. Pêwîste zilam roleke çalaktir bibînin, beşeke mezina çareseriyê bin û rola wan li nehiştina tundiyê da hebê. Dema karantîne û virusa Korona, ji bo zilaman bûye cihê hişyarî û bi xwedaçûnê ku navmalê tenê cihê mayinê nîne, belkû cihê kar û hevkarî û bicîhanîna erkên me ye jî beramber dayik û xûşk û hevjîn û perwerdeya zarokên me.

Em li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hemahengî û hevkariyê li gel Hikûmetê dikîn ji bo parastina mafên jinan û rûbirûbûna tundiya li ser bingeha cênder, her wiha hana civaka navdewletî didîn ku ji bo vê pirse bi gur û tîneke zêdetir piştgîriyê li saziyên Herêma Kurdistanê bikin. Jinan piştrast dikîn ku hevkarî û hemahengiya me ji bo gihîştina encamên baştir berdewam dibe.

Hêvîdarim çalakî û karên we tenê li nava van şanzdeh rojan da nemênin, belkû em hemû pêkve bi jin û zilaman ve rojane kar ji bo nehiştina tundiyê û pêkanîna armancên xwe yên ji bo aştî û wekhevî û dadweriyê bikîn.

Hêviya serkeftin û tendirûstiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
25.11.2020

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê