Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nadiya Murad kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwedana xelata Nobel ya aştiyê û rizgarbûya destê DAIŞê Nadiya Murad kir.

Li gor daxuyaniyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li çalakvana kurda êzîdî û rizgarbûya destê DAIŞê, Nadiya Murad kir.

Li gorî malperê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de dupat kir ku li ser hewlên xwe berdewam dibin û kar dikin ji bo ku kêşeyên Êzîdiyan û navçeya Şingalê bên çareserkirin û di vî warî de li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî hemû hevkarî û hemahengiyekî pêwîst dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê hewlên Nadiya yên bi navê xizmetkirina Êzîdiyan bilind nirxand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrîkirina her kar û pirojeyekî ji bo xizmetkirina Êzîdiyan nîşan da.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye