Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Parîsê

.

Li ser daweta fermî ya serokê Fransayê Emmanuel Macron serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî gihîşt payîtexta Fransayê Parîsê. Nêçîrvan Barzanî wê siba li Koşka Elysee bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Mijar ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê wê her dû lîder li ser mijarên têkiliyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Fransayê û her weha li ser têkoşîna li hemberê Kovid-19 ê, tehdîda terorê, wezîfeta koalisyona navdewletî, hevkariya piralî, girîngiya hevkariyê û hin mijarên din de dayîn û sitendinan bikin.

Têkiliyên Kurdistanê di wexta serokê Fransayê F. Mitterrand de ku hevjîna wî Danielle Mitterrand di sala 1988 an de di rojên enfalan de bazdabû alîkariya xelkê Kurdistanê bi germahî destpêkiribû.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin