Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Ebû Dabiyê

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser daweta fermî ya Prensê Abû Dabiyê welîehd El Nahyan dê here Îmaratan. Nêçîrvan Barzanî li Ebû Dabiyê dê gelek hevdîtinan bike. Barzanî dê di 12 ê hezîranê de here Ebû Dabiyê.

Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihandiye ku meha borî Şêx Muhammed bin Zayed El Nahyan bi awayekî fermî Nêçîrvan Barzanî dawetî welatê xwe kiriye û ziyaret di wê çarçoveyê de hatiye plankirin.

Peyamnêr Helkewt Ezîz gotiye ku li Ebû Dabiyê dest amadekariya pêşwaziya Barzanî hatiye kirin û Ebû Dabî dixwaze di herêmê de roleka girîng bide ser milên xwe û dixwaze bi Iraqê re xwediyê têkiliyên baş be û hem girîngiyê dide Herêma Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye