Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Yewnanîstanê ye

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mesrûr Barzanî di gera xwe ya kurt ya Ewropa de do (11.06.2021) ji bo danûstandinan li gel berpirsên hikûmî yên Yewnanîstanê çend hevdîtinan pêkanî.

S. H. Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji alîyê serokê hikûmeta Yewnanîstan Kiryakos Mîçotakîs ve hat pêşwazî kirinê. 

Di hevdîtinê de peywendîyên aborî û polîtîk hatin axaftinê. Û ji bo pêngavên berpiçav herdû alî amadebûyîna xwe derbirîn.

Li gel danûstandinên dualî, li ser pirsgirêkên herêmê jî bîr û ray hatin parvekirinê. Herwiha, herdû alî di derbarê danûstandinên cînartîya baş û serdestîya hiqûqa navneteweyî hemfikirîyên xwe hanîn ziman.

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bi Serokê hikûmeta Yewnanîstanê Kiryakos Mîçotakîs, Thanios Ntikos a şêwirmendê berevanîya neteweyî ya K. Mîçotakîs, wezîrê derve Dendias, berpirsê şêwirmendîya dîplomasî ya aborîyê Kostas Frankoyianis, elçîya mezin ya berpirsiyarîya mêza dîplomasî yê  Elenî  Sûranî di hevdîtinê de amadebûn.

RN/Yewnanîstan

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin